Li Brezîlyayê bi sed hezaran mamoste û xwendekar daketin kolanan

Li bajarên mezin ên Brezîlyayê bi sed hezaran mamoste û xwendekar li hemberî kêmkirina budçeyên zanîngehan daketin kolanan.

Xwepêşandan roja Çarşemê çêbûn û ji dema ku serokkomar Jaîr Bolsonaro di meha Çileyê de hatiye ser kar, ev çalakiyên yekemîn ên di asta neteweyî de ne.

Girseyan xwestin bila mafê perwerdehiyê were parastin û kanûnên ‘çekstendin’û ‘reforma teqawitbûnê’ protesto kirin.

Li 27 eyalet û 188 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Li eyaletên Belem, Brasîllîa, Sao Paûlo, Salvador, Belo Horîzonte û Rîoyê bi sed hezaran kes daketin kolanan.

Hikumetê xwestibû ku budçeya zanîngehên federal 30 ji sedî werin kêmkirin. Sendîkayan jî li hemberî vê biryarê banga çalakiyan kirin.

Wezîrê Perwerdehiyê Abraham Wîntraûb tevdîrên kêmkirina budçeyê ya li ser sê zanîngehan piştre li ser hemû zanîngehan ferz kiribû.