Li Brezilyayê bi deh hezaran kesî xwest ku Bolsonaro ji peywirê were standin

Li Brezilyayê roja şemiyê bi deh hezaran kes derketin kuçeyan û xwestin ku Serokkomar Jaîr Bolsonaro ji peywirê were standin.

Bi banga partiyên çepgir û sendîkayan bi deh hezaran kes dawiya heftiyê derketin kuçeyan, bi sedema ku Bolsonaro krîza tendiristiyê kiriye rengê rêveberiyê xwestin ku ji peywirê were standin.

Bolsonaro tê sûcdarkirin dema ku derzî hatine kirîn, çavê xwe lê girtiye ku fonên kamûyê bixin bin zimmeta xwe.

Li Rîoyê bi hezaran kesên bi kincên sor û maske bi dirûşmeya, ''Biteqize krîmînalê jirêketî''. 

Organîzatoran li tevahiya welêt 'ji bo parastina demokrasiyê û jiyana Brezilyayê'' û ''Qewirandina Bolsonaro'' derketibûn bang li gel kiribûn ku derkevin meydanan.

Li Rîoyê kampanyaya derzîlêdanê ya derengketî û bêkariya ku mezin dibe hate şermezarkirin, ji bo gel ku dema hêla koronayê zêdetir hejar bû, zêdetir alîkarî hate xwestin.

Li gorî medyaya Brezilyayê Şemiyê piştî nîvro ji 26 eyaletan li 20'an çalakiyên protestoyî hebûn. Têkilî hijmara tevlêbûnê organîzatoran û rayedaran ti agahî neda. Li Sao Paulo ku nifûsa xwe 12,3 milyon e meşeke mezin dihate payin.

Bolsonaro yê rastgirê hişk û dijminê jin û avûhewayê ji 2019'an ve ku hatî ser desthilatê, ti caran gel ev qasî xwe ji pişt nedabû alî. Di ankêtan de desteka ji bo Bolsonaro heta bi 24 ji 100'î hat.

Ankêt nîşan didin ku di hilbijartinê de ku Cotmehê wê werin kirin Bolsonaro li bara rikberê xwe yê çepgir Luîz Înacîo Lula da Sîlva têk biçe.

Li Brezilyayê bi rengekî fermî ji ber Covîd-19'ê 550 hezar kes mirine. Bolsonaro serê krîza tendiristiyê biguman nêzîkatî lê kiribû, tevdîrên maske û yên din nestandibû.