Li Brezîlyayê bahoz rabû: Herî kêm 36 kes mirin

Li eyaleta Sau Paulo ya li başûrê Brezîlyayê ji ber bahoza dijwar bi dehan kes mirin.

Piştî şimitîna axê û lehiyên dawiya hefteyê, Brezîlya bi karesateke nû ya xwezayî re rû bi rû ma.

Serokê Şaredariya Sao Sebastiao Felipe Augusto ku 200 km dûrî Sau Paulo ye, diyar kir ku li vî bajarî heta niha 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bakur jî, li bajarê peravê Ubatuba, hat ragihandin ku zarokek keç miriye.

Serokê Parastina Sivîl a Sao Paulo Henguel Perreira ji medyaya Brezîlyayê re got ku dibe ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Li bajarê Sao Sebastiaoyê derdora 50 xanî di bin avê de man, hat ragihandin ku hê jî mirov di bin axê de ne.

Li Brezîlyayê ku ji ber germahiya gerdûnî bandorên giran lê pêk tê, felaketên xwezayî zêde bûne. Li Petropolîsa eyaleta Rio Janeîroyê ji ber barana zêde ya sala 2022’yan zêdetirî 230 kes mirin.