Li Borsaya Karaçiyê êrişa çekdarî: Herî kêm 6 kes mirin

Li dijî Borsaya Karaçî ya Pakistanê êrişeke çekdarî bû. Li gorî agahiyên destpêkê, sivîlek, polîsek û çar parêzvan hatin kuştin.

Li Karaçiyê ku mezintirîn bajarê welêt e û di heman demê de paytexta malî ye, serê sibehê li dijî avahiya Borsayê êrişeke çekdarî pêk hat.

Polîsan ragihandin ku di êrişê de herî kêm 6 kes hatine kuştin. Rêxistina alîkariya lezgîn a bingehîn a li Karaçiyê Weqfa Edhî ragihand ku 7 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku ji êrişkaran 4 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Komeke alîgirê serxwebûnê yê eyaleta Bellucistanê berpirsyariya êrişê da ser milê xwe. Beriya bi deh rojan bi bombeya destan êriş li mirovên li pêşiya buroya alîkariya civakî hatibû kirin, di encamê de kesek miribû û 8 kes jî birîndar bûbûn. Kesî berpirsyariya wê êrişê nedabû ser xwe.