Li Bexdayê hêzên milîs hatin dorpêçkirin

Li paytexta Iraq Bexdayê li hemberî hêzên milîs ên nêzîkî Îranê, ji hêla polêsan ve hatin dorpêçkirin.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Hundir a Iraqê, polês hêzên milîs ên bi navê “Tûgayên Hîzbûllah”ê dorpêç kirin. Di şerê qewimî de, du polês jî di nav de, sê kes birîndar bûn.

Koma Tugayên Hîzbûllah ên Iraqî, li Sûriyê bi rejîma Beşar Esad re tevdigerin. Di êrîşa dawiya heftê li herêma El Hara pêk hatî de, vê hêza milîs gelek windahî dabûn. Hatibû ragihandin ku Di êrîşa hewayî de, bi dehan Iraqî jî di nav de herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest daye. Tu kesî ev êrîşa hewayî negirtibû se xwe lê belê tê gotin ku êrîş ji hêla îsraîlê ve hatiye kirin.