Li Bexda û bajarên başûr înternet hate qutkirin

Rayedarên Iraqê li hemberî xwepêşandanên gel ên ku dixwazin bila rejîm bikeve, li Bexdayê û bajarên başûr înternet qut kirin.

Ji şeva Duşemê heta sibeha Sêşemê li Bexdayê li derdora avahiyên fermî şerê giran pêk hatin.

Rêxistina civakî Netlocksê ya ku di warê sîberê de dixebite diyar kir ku rayedarên Iraqê ji şeva Duşemê heta Sêşemê înterneta li Bexda û bajarên başûr qut kiriye.

Netblocksê  ragihand, ku ji 1’ê Cotmehê dema ku çalakî dest pê kirine û heta niha ev qutkirina herî giran a înternetê ye.

Ji 1’ê Cotmehê û heta niha piraniya wan çalakger 270 kes mirine. Di navbera 1-6’ê Cotmehê de herî kêm 157 çalakger ji aliyê sekvanan ve hatin kuştin.