Li peravên Tûnûsê trajediya koçberan: 20 mirî, 17 winda ne

Roja Pêncşemê li peravên Tûnûsê keştiya ku koçber li nav ji bo bigihêjin Ewropayê noqî avê bû, bi kêmanî 20 kes mirin, 17 koçber jî winda bûne.

Li gorî yekîneyên ewlekariya parêv ya Tûnûsê keştiyeke li peravên Safakesê koçber li nav bû noqî avê bûye.

Berdevkê Ewlekariya Peravê ya Safakesê Alî Yararî ragihand ku cenazeyê 11 jê mêr, 8 jin û 1 pitik ji peravên Safakesê ji nava avê derxistine.

Ayarî anî ziman ku 3 koçber rizgarkirin û 17 jî winda bûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber mercên hewayê ya xirab îro hate sekinandin. Ayarî ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê wê sibe bidome.

Li gorî NY’yê ji Çileya 2021’ê û vir ve li Behra Spî bi kêmanî 292 koçber mirine. Di sala 2020’ê de jî 1200 koçber mirine.