Li Berlînê wê civîna Polonya-Elmanya-Fransayê bê lidarxistin

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tûsk ragihand ku lîderên Polonya, Elmanya û Fransayê wê roja Îniyê li Berlînê têkildarî mijara Ûkraynayê civîneke lezgîn lidar bixin.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tûsk şeva Sêşemê daxuyaniyek da televîzyona dewletê TVP Info û got: “Roja Îniyê ez ê ji bo nîqaşkirina rewşê li Berlînê bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Şansolyeyê Elmanyayê Olaf Scholz re bicivim.”

Civîna sêalî di demeke ku têkîliyên Fransa-Elmanya ji ber mijara Ûkraynayê lewaz bûye de, wê pêk were.

Polonya ku yek ji mutefikên xurt ê Kîevê ye, gelek caran ji hevkarên xwe yên Rojavayî daxwaz kiribû ku li dijî dagirkeriya Rûs alîkariyên xwe yên leşkerî zêde bikin.

Polonya bi hikûmeta xwe ya nû ya alîgirê Ewropayê re hewl dide li dijî Moskowayê hevkariya xwe ya bi Berlîn û Parîsê re xurt bike.

Tûsk wiha got: “Li gorî min wezîfe û hêza van her sê paytextan heye ku ji bo alîkariyeke nû ya ji Ûkraynyayê re hemû Ewropayê bixin nav liv û tevgerê.”