Li Berlînê bomeyeke ji Şerê Cîhanê yê 2'an mayî, hate dîtin

Li paytexta Elmanyayê Berlînê bombeyeke Emerîkayê ya 10 kg ku ji Şerê Cîhanê yê 2'yan mayî, hate dîtin. Bombe hate bebandorkirin.

Polîsên Berlînê diyar kirin bombe li dora Alexanderplatzê hatiye dîtin. Polîsan li ser Twîtterê daxuyanî dan û gotin, bombe bi rengekî serkeftî hatiye bêbandorkirin û şêniyên li derdorê di demeke kurt de wê bikaribin li malên xwe vegerin.

Ji bo îmhakirina bombeyê Înê 3 hezar kes ji herêmê hatibûne valakirin.  Ji bo îmhakirinê bi qasî 300 metroyî xeleka ewlehiyê hatibû çêkirin. Hate gotin bombeya ku li nêzî navenda kirîn û firotinê hatiye dîtin, ji hêla balafirên Emerîkayê ve hatiye avêtin û neteqiyaye.