Li Bender Abbasê teqîn: 18 mirî, zêdeyî 800 birîndar

Li nêzî bajarê Bender Abbas ê Îranê, li bendergeha herî mezin a bazirganiyê ya welêt teqînekê rû da. Herî kêm 18 kes mirin, zêdeyî 800 kes jî birîndar bûn.

Teqîn roja Şemiyê li Bendergeha Şehîd Recaî pêk hat.

Rayedarên Îranî diyar kirin ku di encama teqînê de herî kêm 18 kes mirin, zêdeyî 800 kes jî birîndar bûn.

Bi bandora teqînê camên avahiyên li derdorê teqiyan û banê avahiyan bi hewa ketin, her wiha xisar li wesayitan bû.

Şêniyên herêmê ragihandin ku ji dûrahiya 50 kîlometreyî bi bandora teqînê hesiyane.

Ji dîmenên ji hewayê hatin kişandin jî hate dîtin, herî kêm sê qad şewitîne. Wezîrê Karên Hundir ê Îranê diyar kir ku teqîn piştre ji konteynirekê derbasî yên din bûye.

Ferman hate dayin ku dibistan û kargehên li herêmê roja Yekşemê girtî bimînin.

Tê îdîakirin, konteynirên bandor li wan bû bi sotemeniya hişk a ji bo fuzeyên balîstîk dagirtî bûn.

Li gorî nûçeya BBC, Ambrey Intelligence diyar kir ku ji ber veguhestina şaş a sotemeniya hişk a fuzeyên balîstîk ên Îranê de agir bi qadê ketiye.

Ambrey Intelligence ragihand ku keştiyek Îranî di Adara 2025'an de li bendergehê sotemeniya roketê ya sodyum perklorat ava kiriye.

Rojnameya Financial Times jî beriya niha diyar kiribû ku du keştiyan ji Çînê sotemenî sewqî Îranê kirin.