Li Belçîkayê ji ber êrîşeke çekdarî 2 polîs û sivîlek mirin -NÛ BÛ

Li bajarê Liege yê Belçîkayê, êrîşkarekî 2 polîs û sivîlek kuşt. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li gorî medya Belçîkayê, saet 10:30'î dengê çekan ji navenda bajarê Liege hate bihîstin. Hate îdîakirin ku êrîşkar bi gotina "Allahû Ekber" gule reşandiye.

Êrîşkar, du polîs kuşt û yek jî birîndar kir. Hate ragihandin, di dema bûyerê de sivîlekî di wesayita xwe de bû hatiye kuştin.

Êrîşkarê ku piştre ber bi lîseya Waha ve beziya, jinek dîl girt.

Hate gotin, bi destwerdana polîsan re êrîşkar saet 11'an hate kuştin.

Serokwezîr Charles Michel ji RTL Info re axivî û ji bo rewşa li Liege got, "bûyereke giran e". Michel destnîşan kir ku ew bûyerê ji nêz ve dişopînin.

Mihcel diyar kir, li ser agahiyên destpêkê yên lêpirsînê wê neaxive û bi zelalbûna rewşê re wê agahiyên zêdetir bidin.

Dozgeriyê jî ragihand ku li ser motîvasyona êrîşkar wan hê agahiyeke zelal bi dest nexistine.

Nayê zanîn bê sivîlê di dema bûyerê de mir ji ber fîşekên êrîşkarn an jî yên polîsan miriye.

ROJA DUŞEMÊ JI GIRTÎGEHÊ DERKETIBÛ

RTBF'ê jî diyar kir ku êrîşkar roja Duşemê bi destûr ji girtîgehê derketibû. Hate îdîakirin ku êrîşkar li girtîgeha li Lantinê radîkal bûye.