Li Belçîkayê greva giştî hate lidarxistin

Li Belçîkayê bi daxwaza zêdekirina hêza kirînê li gelek sektoran greva giştî hatin lidarxistin. Li Brukselê nêzî 20 hezar kes daketin qadan.

Bi banga sendîkayên CSC, FGTB û CGSLB greva giştî hat lidarxistin.  Sendîkayan xwestin hêza kirînê bê zêdekirin û zêdebûna bihaya enerjiyê protesto kirin.

Li Brukselê ya ku paytext e di saet 10.00’an de bi hezaran kes ji bo van daxwazan li hev civiyan. Çalakvan di saet 11:00’an de li Gar edu Nordê dest bi çalakiyê kirin. Serokên her sê sendîkeyan jî tevlî çalakiyê bûn.

Kolanên Brukselê bi alên sor, kesk û şîn ên sendîkayan hatin xemilandin û her wiha gazên rengîn hate bikaranîn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeya “Ne mûçe, lê divê bihabûn were betalkirin” hate berzkirin.

Grevê bandor li otobus, metro û travmayan jî kir. Li hin deveran beşdariya grevê bû ji sedî 60, hin xetên veguhestinê jî bi tevahî hatin rawestandin.

Ji ber çalakî û greva sendîkayan sedî 60 seferên balefiran ên li Balafirgeha Brûkselê hate betalkirin.