Li Belarûsê di çalakiyên jinan de herî kêm 95 kes hatin destgîrkirin

Li Belarûsê, bi pêşengiya jinan roja Şemiyê li dijî desthilatdariya Aleksandr Lûkaşenko çalakî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de herî kêm 95 kes hatin destgîrkirin.

Roja Şemiyê bi sedan kes tevlî çalakiya protestoyî ya li Mînskê bûn. Hin ji jinan tîşortên ji wêneyê Sveltana Thîkhanovskaya li xwe kirin ku di hilbijartinê de yek ji hevrikên Serokkomar Lûkaşenko bû.

Di meşê de tim û tim dirûşmên ji bo Tîkhanovskaya ya 38 salî hatin qîrîn.

Polîsên ku bi maskeyên reş li kolanên Mînskê bi cih bûn, dest li xwepêşandêran werdan.

Li Mînskê û gelek bajarên din piraniya wan jin herî kêm 95 kes hatin destgîrkirin. Tê gotin ku rojnamevanên çalakî dişopandin jî hin jê hatine destgîrkirin. Di nava kesên destgîrkirî de stranbêjên dema Sowyetê yên sirûda muxalefetê digotin jî hene.

Çalakiyên protestoyî van hefteyên dawî bi pêşengiya jinan tên lidarxistin. Muxalefet hilbijartinên meha Tebaxê red dikin ku Lûkaşenko careke din di encamê de hate hilbijartin. Yekîtiya Ewropa û gelek welatê Rojavayî jî Lûkaşenko weke serokkomar nas nakin. Lûkaşenko 26 sal in li ser desthilatdariyê ye.