Li Behra Spî karesateke din: Bi kêmanî 64 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li Behra Spî di qezaya çend roj berê de ji 60’î zêdetir koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) a Neteweyên Yekbûyî, roja Şemiyê keştiyeke penaberan noqî avê bûye û bi kêmanî 64 penaberan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya berdevkê IOM’ê bi îfadeyên penaberên ku hatine rizgarkirin, encama karesata di navbera Lîbya û Îtalyayê eşkere bûye. Li vê derê 64 penaber di avê de xeniqîne û 86 penaber jî rizgar bûne.

Li gorî yekîneyên ewlehiya peravê ya Lîbyayê di qezayeke duh de jî 2 penaberan jiyana xwe ji dest dane.

Di sala borî de di navbera Lîbya û Îtalyayê nêzî 3 hezar koçber di avê de xeniqîne û di Behra Spî de winda bûne.

Li gorî texmînên IOM û saziyên alîkariyê yên navneteweyî ji 400 hezarî heta milyonekê penaber li Lîbyayê hene. Derketibû holê ku penaberên ji Afrîkayê tên ji aliyê bazirganên mirovan ve bi nêta kole tên xebitandin.