Li Behra Spî di du rojan de 5 hezar koçber hatin rizgarkirin

Hat ragihandin ku li Behra Spî li peravên Lîbyayê di roja Pênçşem û Îniyê de nêzî 5 hezar koçber hatin rizgarkirin.

Operasyonên rizgarkirinê ji aliyê yekeyên ewlehiya peravê ya Îtalyan û Lîbyayê hate kirin. Di van operasyonan de cesedê koçberekî xeniqî ji avê hate derxistin û 5 hezar koçber jî hatin rizgarkirin.

Di şeva Înê de di nava 17 keştiyan de nêzî 2 hezar û 100 koçber hatin rizgarkirin. Di roja Pêncşemê de jî 2.900 koçber hatibûn rizgarkirin.

 Di dawiya meha Gulanê ya sala 2016’an di nava pênc rojan de 13 hezar koçber li Behra Spî hatin rizgarkirin û di meha Tebaxê de jî 14 hezar, di 3 û 4’ê Kewçêrê de 10 hezar û 800 û di 16’ê Nîsanê de jî 8 hezar û 500 koçber hatin rizgarkirin.

Ji destpêka sala 2017’an û vir ve 46 hezar koçber gihiştin peravên Îtalyayê. Li gorî hejmarên sala borî nêzî ji sedî 30’î zêdebûn pêk hatiye. Li gorî Rêxistina Koçê  ya Navneteweyî di heman katê de li peravên Lîbyayê bi kêmanî 1.244 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev jî tê vê wateyê ku ji her 39 koçberên tên rizgarkirin yek jê jiyana xwe ji dest dide.