Li Başûrê Asyayê kareseta lêhiyê: 600 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li Başûrê Asyayê di encama kareseta lêhiyê de 600 kesan jiyana xwe ji dest da û operasyona rizgarkirina mirovan jî didome.

Li Eyaleta Ûtar Paradeş a Hîndîstanê ji ber baranên mûsonê, hezîna axê çêbû gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li 75 cihên jîngehê ya Eyaleta Ûtar Paradeşê 33 bûyerên hezînê çêbûn. Di encamê de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsyarekê ragihand ku ji artêşê alîkarî daxwaz kirine.

Ji aliyê berpirsan ve hat ragihandin ku zêdetirî 100 hezar kesî jî bi awayekî demkî li cihên jîngehê hatine bicihkirin.

Li Eyaleta Bîharê jî hejmara miriyan gihişt 153'an. 400 hezar kes jî li cihên demkî yê jîngehê hatine bicihkirin. Berpirsan ragihand ku ji sala 2008'an pêve di karesatên lêhiyê de zêdetirî 10 milyon kesan ji hezîna axê bandor bûne.

5 hezar kesên ku di nava wan de 2 hezar leşker in, xebatên lêgerîn-xilaskirinê didomînin.

Li aliyê din hat ragihand ku ji bo kesên di karesata lêhiyê de bandor bûne 1300 cihên jîngehê hatine amadekirin.

Ji ber barana mûsonan a li Hîndîstanê ji herdu eyaletên ku bandora hezîna axê çêbûye bi Nepalê re cîrane. Li Nepalê 123 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Assam ê Hîndîstanê 60 kesan ji ber hezîna axê jiyana xwe ji dest dan, 423 hezar kes jî li cihên jîngeyî hatine bicihkirin.

Li Bengalê 52 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Bangladeşê 100 kesan jiyana xwe ji dest da û 300 hezar kes jî li cihên jîngehê hatine bicihkirin.

Xaça Sor jî rewşa li Başûrê Asyayê weke krîza mirovahiyê binav kir û banga lezgîn a ketina tevgerê kir.