Li bareke Efrîkaya Başûr 17 cenaze hatin dîtin
Li bajarê East London ê Efrîkaya Başûr, li barekê 17 cenaze hatin dîtin.
Li bajarê East London ê Efrîkaya Başûr, li barekê 17 cenaze hatin dîtin.
Polîsên xwecihî diyar kirin, ku cenazeyên li East Londonê hatine dîtin hemû yên ciwanên di navbera 18 û 20 salî de bûn.
Şefê polîsan general Thembînkosî Kînana ji qenala televîzyonê ya eNCA'yê re axivî û got, "Li vê derê li barekê 17 ciwan mirine. Sedema mirina wan nayê zanîn."