Li Bangladeşê protesto: Nêzî 40 kes mirin, avahiyên hikûmetê dan ber agir

Li Bangladeşê xwendekaran li dijî kotayên wergirtin kar, xwepêşandan kirin. Di van rojên rojên dawî de di şerê di navbera polîs û xwendekaran de nêzî 40 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn. Avahiyên hikûmetê û qereqolên polîsan dan ber agir.

Di destpêka meha Tîrmehê de ji bo dawî li sîstema kotayê ya di bin xizmeta civakî de bê anîn, xwepêşandan destpê kir. Her ku xwepêşandan tundtir bûn.

Di şeran de roja Pêncşemê 32 kes, bi giştî 39 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava kesên mirî de, rojnamevanek jî heye.

Lı gorî agahiyên ku AFP’ê ji çavkaniyên nexweşxaneyê bi dest xistî, zêdeyî ji sêyan duyê polîsên ku mirine, berpirsyar in. Roja Pêncşemê 104 jê polîs û 30 jî rojnamevan, bi giştî zêdeyî 700 kes birîndar bûn.

Li 64 herêmên welêt, hema bêje li nîva wê û hemû bajarên mezin şer qewimî.

AVAHIYÊN HIKÛMETÊ Û TELEVÎZYONA DEWLETÊ DAN BER AGIR

Polîsên hêzên taybet, li ser rêyan êrîşî barîkata ku ji mirovan pêk dihat, kirin. Di vê pêvajoyê de gelek avahiyên hikûmetê û nêzî 50 qereqolên polîsan şewitîn.

Bi sedan xwendekaran bi ser navenda qenala televîzyona dewletê BTV’ê ya li Dakkayê de girtin û dan ber agir.