Li Bangladeşê kesek bi hinceta 'Quranê' hate lînçkirin
Li bajarê Burimari yê Bangladeşê bi sedan kesî, kesek bi heqareta li Quranê sûcdar kirin, ew lînç kirin û cesedê wî jî şewitandin.
Li bajarê Burimari yê Bangladeşê bi sedan kesî, kesek bi heqareta li Quranê sûcdar kirin, ew lînç kirin û cesedê wî jî şewitandin.
Li gorî polîsên Bangladeşê, li bajarê Birumari yê nêzî sînorê Hindistanê, du kesên ku hatin sûcdarkirin ku li nava mizgeftê li ser Quranê meşiyane hatin destgîrkirin û di dema destgîrkirinê de hatin lînçkirin.
Hate ragihandin ku yek ji wan du kesan hate kuştin, cenazeyê wî li naverastê hate şewitandin û yê din jî bi birîndarî xwe rizgar kir.
Li gorî polîsan, herdu kes dema ku li avahiya şaredariyê dihatin hiştin zêdeyî hezar kesî avêtin ser avahiyê û buroya şaredariyê şewitandine.