Li Bangladeşê ji ber şewatê herî kêm 70 kes mirin

Li paytexta Bangladeş Dakkayê şewateke mezin rû da û herî kêm 70 kes di şewatê de mirin.

Li paytexta Bangladeş Dakkayê devereke ku depoyên amûrên kîmyewî tê de bûn şewitî û agir bi gelek xaniyan ket. Bi dehan mirovên herêmê ji ber şewatê asê man û nekarîn derkevin. Trafîka li kolanan jî bû sedem ku mirov nikaribin ji herêma şewatê derkevin.

Di encama vê şewata mezin de li gorî agahiyên ku ekîbên trafîk û tenduristiyê dan, herî kêm 70 kes mirin, 55 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rayedaran şewat, ji ber tupên şewatê derketiye, paşê jî bi lez berbelavî depoyên ku amûrên kîmyevî tê de ne bûye û nehatiye kontrolkirin. 

Sala 2010'an jî li avahiyeke ku amûrên kîmyewî lê dihate komkirin şewat derketibû û 120 kes miribûn. 

Piştî vê bûyerê rayedaran li hemberî stoka amûrên kîmyewî dest bi kampanyaya zextlêkirinê kiribûn, lê belê di salên dawî de hewldanên li dijî vê nerm bibûn.