Li Bangladeşê bahoz: Herî kêm 10 kes mirin û 30 hezar xanî hilweşiyan

Hat diyar kirin ku li Bangladeşê di encama bahoza Remalê de herî kêm 10 kes mirin, zêdeyî 30 xanî hilweşiyan û bi deh hezaran xanî zerar dîtin.

Rayedarê hikûmetê yê herêma Barîsal ku 7 kes lê mirin Şewkat Alî got, "Ji ber xanî û dîwar hilweşîne mirin pêk hatine. Rayedaran her wiha dan zanîn ku li navçeyên din ên nêz jî 3 kes mirin e. 

Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 800 hezar Bangladeşî ji peravên welêt derketine û li Hîndîstanê jî zêdeyî 150 hezar kes ji herêma daristanê ya Sûndarbansê derketine û xwe gihandine deryayê.

Roja Duşemê danê nîvro sîklon veguherî bahozê, lê ba û baranê li peravê berdewam kir.  Şewkat Alî got, "Barana dijwar a ji ber bahozê hîna jî didome û leza bayê gelek xurt e.” 

Li gorî agahiyên rêveberê herêmê Helal Mahmûd dane, li herêma Khulanê 2 kes mirin.  Mahmûd ji AFP'ê re axivî û got, "Bahozê zerar da zêdeyî 123 hezar malên li herêmê. Ji van bi qasî 31 hezar jê bi temamî zerar dîtine."

Endezyarê sereke yê şîrketa elektrîkê ya Bangladeşê Bîswanath Sîkder, ragihand ku zêdeyî 12,5 mîlyon mirov bê elektrîk mane.