Li Baltikê xeta ku wê gaza Rûsyayê bide sekinandin

Bi hewldana welatên Ewropî  ku dixwazin ji enerjiya Rûsyayê veqetin, Norweçê ji bo ku gaza xwezayî li ser Behra Balktik re veguhêze Polonyayê bi Danîmarkayê  re peyman îmzekir.

Lihevkirina di navbera Polonya û Damîmarkayê de ji aliyê hikûmeta Polonyayê ve hate ragihandin. Li gorî lihevkirinê wê Norweç ji bo gaza xwezayî xetên lûleyan yên ku bi ser Danîmarka û Behra Baltik re veguhêze Polonyayê ava bike.

Bi çarçoveya projeya ‘Baltîc Pîpe’ ku bi salan e di rojevê de ye wê di binê Behra Baltik de 900 kîlometre xet were ava kirin. Polonya wê ji sala 2022’an ku lihevkirina bi şîrketa Gazzprom a enerjiyê ya Rûsyayê re bi dawî bibe, wê gaza xwezayî ya Norweçê jî li ser ê xetê veguhêze Polonyayê.

Li Polonyayê wê xet ji aliyê Gaz-System SA û ji Danîmarkayê Energînest SOV  were avakirin û salê ji vê xetê wê 10 mîlyar metretkup gaz were veguhestin.

Maliyeta projeyê tam nehate eşkere kirin lê hate ragihandin ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ji bo Connectîng Europe Facility (CEF) fona 51, 4 mîlyona euro hatiye veguhestin.

Serokê Polonya Mateûsz Morawîeckî têkildarî lihevkirinê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo bidawîbûna ji enerjiya Rûs pêngavek girînga avêtine. Morawîeckî têkildarî lihevkirinê wiha got; “Ji bo ewlehî û xweseriya sektora enerjiya Polonyayê pêngavek gelek mezin e.”