Li balafirgehên Belçîkayê greva surprîz
Li balafirgehên Belçîkayê, ji ber greva surprîz a kontrolkarên şîrketa Skeyesê, ragihandina hewayî rawestiya.
Li balafirgehên Belçîkayê, ji ber greva surprîz a kontrolkarên şîrketa Skeyesê, ragihandina hewayî rawestiya.
Piştî destpêkirina greva kontrolkaran, heta saet 13:00 rabûn û daketina balafirên bazirganiyê hemû hatin rawestandin.
Li balafirgeha navneteweyî ya Bruksel-Zeventemê, nêzî 80 sefer betal bûn. Li Charleroi û Liegeyê jî grevê bandor li ragihandina hewayî kir.
Şîrketa Skeyes çend hefte ne ku ji ber grevan di rojevê de ye. Sendîka dixwazin şert û mercên kar bên sererastkirin.