Li balafirgeha Brukselê grev hate lidarxistin

Li balafirgeha Brukselê ji ber greva xebatkarên karê bagajê dikin vê Duşemê 110 sefer hatin betalkirin.

Şîrketa karkeran a bi navê Avîapartnerê ji roja Pêncşemê û vir ve di grevê de ye. Heta niha bi sedan sefer hatin betalkirin.

Roja Yekşemê ji nav 550 seferan, 150 sefer hatin betalkirin. Roja Duşemê jî ji nav 630 seferan, 110 sefer hatin betalkirin.

Îro tê payîn ku sendîka û rêveberî li hev rûnên. Rêveberiya Avîapartnerê roja Yekşemê hevdîtina bi sendîkayan qut kiribû. Ji ber vê yekê jî karkerên bagajê biryar dan ku greva xwe heta roja Sêşemê bidomînin.

Sendîkayên CSC Trancom, FGTB-ÛBT û CGSLB di hevdîtinên dawîn de daxwazên xwe şênbertir kirin. Lê dema mesele hat ser tazmînatên malî; sendîka û rêveberiyê li hev nekirin. Sendîkayan xwestin ku karkerên bi kontratên mayînde dixebitin, derbasî kontratên bêdawî bibin. Heman nîqaş li ser materyal û cilên kar jî hate kirin. Di heman demê de navbera firavînê jî hate nîqaşkirin. Sendîkayan diyar kirin ku daxwazên wan ên biçûk hatine qebûlkirin lê di warê kêşeyên bingehîn de wan li hev nekirine.