Li bajarê Swîsreyê Baselê Şehîdên Reqayê û Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Swîsreyê Baselê, Şehîdên Meha Gulanê û şervanên di pêngava Reqayê de jiyana xwe ji dest dayîn, bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Çalakiya bibîranînê ya ku di bin pêşengtiya Komîsyona Malbatên Şehîdan li Navenda Civak Kurd a Baselê pêkhatî de gelek kes beşdar bûn.

Merasîma bibîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê û Serhed Agirî (Agît Taşarsû) ku di pêngava Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, sînevîzyoneke ji wêneyan hate temaşekirin.

Xizmên Serhed Agirî ji beşdarî bibîranînê bûn. Mamê Serhed Agirî di bibîranînê de axivî û diyar kir ku dema sala 1991'an Agît ji dayîk bûyî navê Agît wî lê kiriye û wiha got; "Agît her dem weke navê xwe seknek nîşan da, em bi Serhed Agirî serbilind in."

Piştre siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya axivî. Di çalakiyê de dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hat berzkirin. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane bi salonê ve hatin daliqanfin û qûrnefîl hatin danîn.

Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin.