Li bajarê Necifê ji ber vîrûsa Koronayê dibistan hatin girtin
Li Iraqê metirsiya vîrûsa Korona serî hilda û li bajarê Necif dibistan ji bo 10 rojan hate rawestandin.
Li Iraqê metirsiya vîrûsa Korona serî hilda û li bajarê Necif dibistan ji bo 10 rojan hate rawestandin.
Saziya Tendirûstiya Iraqê ragihand ji ber belavbûna metirsiya vîrûsa Koronyê, li bajarê Necifê dibistan ji bo 10 rojan hatiye rawestandin.
Her wiha Saziya Tendirûstiya Iraqê bal kişand li ser vê jî bajarê Necif ji bilî rewşên gelek acîl û pêwîst, rê ji hatin û çûyînê re hatiye girtin,
Duh roja Duşemê yekem nexweşiya Korona li bajarê Necif hate qeydkirin, nêzîkî hezar kesên Iraqê serdana Îranê kiribûn jî di bin çavdêriyê de ne.