Li Bahreynê dest li xwepêşandêrên Şîa hate werdan: 5 mirî

Li Bahreynê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, polîsan dest li xwepêşandanekê werdan. Di encamê de gelek xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Dîrazê, ku nêzî paytext Manama ye, alîgirên oldarê Şîa xwepêşandanek lidar xistin. Di dema destwerdana polîsan de xwîn rijiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Bahreynê, di navbera xwepêşandêrên ku weke 'li derveyî qanûnan' hatin binavkirin û polîsan de şer derket û di encama vî şerî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir be.

Têkildarî şerê li Dîrazê, beriya niha rêxistinên mafên mirovan daxuyanî da bûn û ragihandibûn ku kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bahreynê, ku di bin serweriya Hamad bîn Îsa el Xalîfe de ye, piraniya nifûsa Ereb ji Şîa pêk tê. Li vî welatî, di serhildana sala 2011'an de 93 Şîa jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2014'an de jî li dijî emîrên Sûnî yên li vî welatî serhildaneke din hatibû kirin û zêdeyî 80 xwepêşandêr û polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.