Li Awûstralyayê erd hejiya

Li başûr rojhilatê Awûstralyayê bi mezinahiya 5.9 pileyî erd hejiya. Şêniyên Melbourneyê, ji ber erdhejê kete nava panîkê.

Erdhej li gorî dema herêmî saet di 09:00 de bi 10 kîlometreyî li binê erdê qewimî.

Erdhej li bajarê Melbourneyê ku duyemîn bajarê herî mezin ê welêt e qewimî û bajarê Dubo yê bi 700 kîlometreyî jî pê hesiya.

Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a DYE'yê (USGS) ragihand ku erdhej bi mezinahiya 5.9 pileyî bû.

Erdhej li Melbourneyê bû sedema panîkê.

Serokwezîr Scott Morrison ku li New Yorkê ye, diyar kir ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye. Serokwezîr anî ziman ku cihê erdhej lê bûye ne ciheke ku timî erdhej lê dibe, lewma xelk ketiye nava panîkê.

Di dawiya salên 1800'î de erdhejên mezin li vê herêmê bûbû, lê belê mezinahiya wê nayê zanîn.