Li Atînayê di çalakiyekê de du polîs birîndar bûn

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî qereqoleke polîsan çalakiyek hate kirin. Di encamê de du polîs birîndar bûn.

Piştî ku anarşîstan li Atînayê li dijî platfoma pêşvebirinê Airbnb meşek pêk anîn, êrîş hate kirin.

Li gorî dema herêmê saet 21:30'î kesên nenas êrîşî qereqola polîsan a Acropolê kirin. Hate ragihandin ku bi kevir û ço êrîş li qereqolê hatiye kirin. Polîsan jî bi bombeyên gazê dest li çalakgeran werdan. Di bûyerê de du polîsên bi sivikî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Heta niha kesî berpirsyariya çalakiyê hilnedaye ser milê xwe û kes nehatiye destgîrkirin.

Pênc roj beriya meşê û çalakiya li dijî qereqola polîsan lîderê Partiya Demokrasiya Nû ya mûxafazakar Kyriakos Miçotakis bû Serokwezîr. Miçotakis kampanya xwe ya hilbijartinê di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de meşandibû.

Miçotakis bi taybetî soz dabû ku wê li taxa Exarchia'yê 'sîstema cemaweriyê' pêk bîne û tedbîrên polîsan zêde bike. Tax weke taxa anarşîstan û paytexta alternatîf tê dîtin.