Li Asyaya Rojhilat hejarî zêde bûye

Hêla vîrûsa koronayê li welatên Asyaya Rojhilat, ku van 20 salên dawî di têkoşîna dijî hejariyê de gelek gav dabûne ber xwe jî, bû sedema hejariya bi dehan milyon mirovî.

Li gorî daneyên Benqeya Cîhanê hijmara wan mirovan ku dahata wan a rojane kêmî 5,5 dolarî ye û ev weke sînorê hejariyê tê qebûlkirin, zêde dibe. Ji ber hêla Covîd-19'ê li welatên Asyaya Rojhilat van 20 salên pêşî cara pêşî zêde dibe.

Li gorî daneyên ku hatine parvekirin li rojhilatê Asyayê beriya Covîd-19'ê hijmara hejaran 33 milyon bûn lê ev hijmar îsal bû 38 milyon. Ev jî tê wê maneyê ku van 20 salên dawî cara pêşî zêde bûye.

Li gorî texmînên Benqeya Cîhanê di serî de Çîn, aboriya Asyaya Rojhilat kêm dibe. Rabûna aborî ku dihate payin îsal 0,9 be, li Asyaya Rojhilat ji 1967'an û vir ve dibe ku weke rêjeya herî kêm a rabûnê derbasî qeydan bibe.

Ji 6 sedî dhatine 2 ji 100'î ya Çînê, ku Çîne aboriya herî mezin a aboriyê ye, bandorê li ser rabûna aborî dike. Bi eynî rengî kêmbûna rêjeya rabûna aborî ya Japonya û Bakur û Başûrê Koreyê jî bû sedema zêdebûna hejariyê.