Li Arjantînê zarokeke din jî hate dîtin ya ku hatibû windakirin

Li Arjantînê zarokeke din jî hate dîtin ya ku ji aliyê rejîmê ve hatibû windakirin.

Dayîkên Qada Gulanê  di daxuyaniya xwe de ya di meha Gulanê de te diyar kiribûn ku wan nasnameya jineke din jî tespît kirine, ya ku hê dema zarok bûye hatiye revandin.

Li Arjantînê bi dehan salan in, lêgerîn û dîtina zarokan didome yên ku ji aliyê rejîmê ve hatine windakirin.

Jineke din jî hate dîtin a ku di sala 1977’an de piştî ku dê û bavê wê hate windakirin, rejîmê ew dabûn malbateke din. Rayedaran diyar kirin ku nasnameya vê jinê di encama testên genetîk de hatiye diyarkirin.

Ev zaroka ku hatiye dîtin dibe zaroka 127’emîn a ku  ji aliyê Rêxistina Saziya Sivîl a Dayîkên Mezin ve hatiye dîtin.