Li Arjantînê erd hejiya
Li Arjantînê ku welatekî Başûrê Amerîkayê ye, bi 6.4 pileyî erd hejiya.
Li Arjantînê ku welatekî Başûrê Amerîkayê ye, bi 6.4 pileyî erd hejiya.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), erdhej li peravên Ûshûaîa pêk hatiye û Şîlî jî pê hesiya ye.
Erdhej bi 10 kîlometreyan li binê erdê, li cihekî ku bi 324 kîlometreyan li başûrê bajarokê Ûshûaîa rû da. Ûshûaîa bajarokekî tûrîstîk e.
Li ser encamên erdhejê hîn daxuyaniyek nehatiye dayin.