Li Arjantînê dînazoreke girs a 200 mîlyon salî hate dîtin
Li Arjantînê dînazoreke sê car ji dînazorên heyama weke Trîas tê zanîn mezintir hate dîtin.
Li Arjantînê dînazoreke sê car ji dînazorên heyama weke Trîas tê zanîn mezintir hate dîtin.
Dînazora navborî, sala 2015'an li Sîteya Balde de Leyes paleontolojîk ku li eyaleta San Jûan a bi 1.100 km'yî li rojavayê paytext Bûenos Aîres e, hatibû dîtin.
Ev dînozor, ji heyama Mezozoîk a Trîasê maye. Trîas, ji sê qonaxên heyama Mezozoîk, ji ya jeolojîk ku dema jêr a vê heyamê ye maye. Tê texmînkirin ku 251 milyon sal beriya niha destpê kiriye û 205 mîlyon sal beriya niha qediyaye.
Encamên keşfê, roja Duşemê di kovara Nature Ecology & Evolution de ji hêla zanyarên zanîngeha La Matanza a neteweyî ve hatin weşandin.
Li gorî agahiyên AFP'ê, zanîngeha San Juan, enstîtuya zanistên xwezayê, lêkolînera muzeyê Cecîla Apaldettî gotiye "Dema me ew dît, me fêhm kir ku tişteke cuda ye. Ev cure, di nava cureyên dînozoran de yê herî girs e. Ev jî tiştekî nû ye."
Lêkolîneran heta niha hinek hestiyên stû, kulîmekên dûv, hestiyên lingên paş û pêş dîtine.
Apaldettî da zanîn ku ev cure, giyaxwer e, çarpê, stûdirêj û bi teşeya dûvê xwe ve bi hêsanî ji cureyê koma saûropoda vediqetin.
Heta niha dihat texmînkirin ku di vê astê de cureyê dînozoran 180 mîlyon sal beriya niha di heyama Mezozoî a jêr Jûra de derketiye holê.
Li gorî texmîna lêkolîneran, dînozora ku nû hatî keşifkirin, di navbera 6-7 mîtroyan de, ciwan û bi giraniya 10 tonî bû. Ango bi qasî 2-3 fîlan bû.