Li Arjantînê di hilbijartinê de namzetê çep a navendî bi ser ket

Li Arjantînê di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê de namzetê çep a navendî Alberto Fernandez bi ser ket.

Serokkokmarê heyî Mûrîcîo Macrî 40.44 ji sedî yê dengan wergirt û têkçûna xwe qebûl kir. Macrî diyar kir ku wê mûxalefeteke xurt û çêker bimeşînin.

Namzetê çep a navendî Alberto Fernandez jî 48 ji sedî yê dengan wergirt û di tûra destpêkê de hate hilbijartin.

Bi vî rengî wê Fernandez bibe Serokkomarê nû yê Arjantînê ku nifûsa xwe 44 milyon mirove.

Li gorî Wezareta Karên Hundir rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê 80 jis edî bû.

Fernandez di daxuyaniya xwe ya destpêkê de got, "Ji bo Arjantînê rojeke mezine."