Li Amazonê li dibistaneke dewletê destdirêjiya li zarokên xwecihî

Eşkere bû ku li dibistaneke dewletê ya li daristanên Amazonê destdirêjî li sedan zarokên xwecihî hatiye kirin. Hikumeta Perû ragihand ku têkildarî bûyera li eyaleta Condorcanqui qewimî wê dest bi lêpirsînê bikin.

Li eyaleta Condorcanqui ya li bakurê welêt, zarokên keç û xort ên Awajun ên xwecihî ku li dibistanên dewletê perwerde didîtin, hin ji wan heta sala 2010'an 524 caran giliyê êrişa zayendî û destdirêjiyê kiribûn.

Ev sûcên ku li dibistanên mayinde hatin kirin, meha derbasbûyî ji aliyê nûnera komeleya jinê ya Awajunê Rosemary Pioc ve hate eşkerekirin.

Berdevkê hikumeta Perûyê bi daxuyaniyekê got, "Divê em rastiyê lêkolîn bikin. Em ê bi mexdûran re bin." Berdevk roja Duşemê daxuyaniyek da û got, "Em her cûre tundiya zayendî red dikin."

Ombûdsmanê mafên mirovan ê Perûyê bang kir ku kesên guman ji wan tê kirin ev sûc kirine divê ji dibistanên ku mamostetiyê lê dikin 'tavilê bêne dûrxistin'.