Li Afrîkayê belavkirina derziyên lerzetayê destpê kir

Belavkirina derziya nexweşiya lerzetayê destpê kir ku hîn jî yek ji wan nexweşiyan e ku li cîhanê herî zêde dibe sedema mirinan.

Di çarçoveya kampanyayê de yekem derziyên lerzetayê gihîştin Kamerûnê û wê hefteyên pêş bi tevahî 1,7 mîlyon dozên derziyê ji Burkina Faso, Lîberya, Nîjer û Sierra Leoneyê re bên şandin.

Hevbendiya Parzakirinê (Gavi) di 22'ê Mijdarê de ragihand ku wê derzîkirina lerzetayê  di demeke nêz de li herêmên herî xeternak ên parzemîna Afrîkayê bê destpêkirin.

Gaviyê di daxuyaniya xwe de, kampanyaya parzakirinê wekî pêngaveke dîrokî ber bi parzakirina  berfireh li dijî yek ji nexweşiyên herî kujer di nav zarokên Afrîkî de binav kirin.

Nexweşiya lerzatayê ku ji aliyê parazîteke ku ji hin cureyên mêşan divedire mirovan, roj bi roj xeternaktir dibe.

Sala 2021’ê li seranserê cîhanê 247 milyon weqa hatin tomarkirin û 619 hezar nexweş jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Ev nexweşî bi taybetî li parzemîna Afrîkayê tê dîtin, sala 2021’ê ji sedî 95’ê bûyeran û ji sedî 96’ê mirinan li seranserê cîhanê yên ji ber vê nexweşiyê li parzemîna Afrîkayê pêk hatine.

Li gorî Gaviyê gelek welat niha di qonaxên dawîn ên amadekariyê de ne ku derziya lerzetayê têxin nav bernameyên xwe û tê payîn ku yekem dozên lerzetayê di çaryeka yekem a sala 2024’an de werin kirin.