Li Afganistanê şefê DAIŞ’ê hate kuştin

Rayedarên Afganî ragihandin ku şefê DAIŞ’ê yê Afganistanê Ebû Saad Erhabî di êrîşeke hewayî de hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku şefê DAIŞ’ê yê Afganistanê Ebû Saad Erhabî di êrîşeke hewayî ya li bejahiya Nangarharê de hatiye kuştin.

Rayedarên Afganî diyar kirin ku di êrîşa hewayî de 10 endamên din ên DAIŞ’ê jî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di êrîşa hewayî de li  2 nuqteyên DAIŞ’ê hatiye xistin. Li aliyê din hate ragihandin ku di êrîşê de gelek çekên giran û sivik yên DAIŞ’ê jî hatine rûxandin.

Waliyê Nangarharê ragihand, Saad Erhabî jî di nav de di nava salekê de 4 berpirsên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Çeteyên ku weke DAIŞ’ê Horasanê têne binavkirin Talîban û hêzên leşkerî yên li Aganîstanê jî di nav de leşkerên NATO yên li herêmê hatine bicihkirin jî dikin hedef.

Artêşa DYA’yê texmîn dike ku li Afganistanê zêdetirî 2 hezar endamên DAIŞ’ê hene.