Li Afganîstanê ji ber êrîşeke xwekujî 10 kes mirin
Li bajarê Celalabad ê li rojhilatê Afganîstanê, li dijî wesayiteke hêzên ewlekariyê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 10 kes mirin ku 8 jê sivîl in.
Li bajarê Celalabad ê li rojhilatê Afganîstanê, li dijî wesayiteke hêzên ewlekariyê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 10 kes mirin ku 8 jê sivîl in.
Walîtiya Celalabadê ragihand, êrîşkar peya bû û bombeyên li ser xwe pêçandibûn li cihekî nêzî stasyona benzînê teqand. Ji ber teqînê agir bi stasyona benzînê ket û bi saetan venemirî.
Ji ber êrîşê 10 kes mirin ku 8 jê sivîl in, 2 jî ji hêzên ewlekariyê ne. 4 kes jî birîndar bûn, 2 jê sivîl in, 2 jî ji hêzên ewlekariyê ne.