Li Afganistanê êrîş: 18 kes mirin
Di êrîşa xwekujî ya ku hêzên ewlehiyê yên li herêma Host a ku dikeve rojhilatê Afganîstanê de herî kêm 18 kes mirin.
Di êrîşa xwekujî ya ku hêzên ewlehiyê yên li herêma Host a ku dikeve rojhilatê Afganîstanê de herî kêm 18 kes mirin.
Wezareta Karê Hundir ragihand ku wesayîteke bombebarkirî, li rawestgeha otobusên ku girêdayî hêzên ewlehiyê ne, hatiye teqandin.
Wezaretê diyar kir ku di êrîşa xwekujî de 18 kes mirine û 2 jê zarok 6 kes birîndar bûne. Êrîş di roja meha Remezanê ya yekem de pêk hat. Heta niha kesî ev êrîş li xwe negirtiye.
Li eyaleta Badgîsê ya ku dikeve bakurê rojavayê welat, ji aliyê tevgera Talîban ve li dijî hêzên ewlehiyê êrîşek pêk hat. Di dema êrîşê de bi giştî 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berpirsên xwecihî ragihandin ku ji vana 22 kes îsyankar, 6 leşker û 8 kes ji sivîl in. Di şer de milîtanên Talîban û sivîl ji di nav de 50 kes ji birîndar bûne.
Di şerê Afganistanê de herî zêde sivîl dibin cangorî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di sê mehên pêşîn ên salê de di bûyerên têkildarî şer de bi kêmanî 715 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 1460 kes jî birîndar bûne.