Li Afganîstanê di êrîşa Talîbanê de 20 polîs mirin
Li başûrrojhilatê Afganîstanê, bi rengekî koordîneyî êrîş li dijî şeş bendên kontrolê yên polîsan hate kirin. Di encamê de herî kêm 20 polîs mirin.
Li başûrrojhilatê Afganîstanê, bi rengekî koordîneyî êrîş li dijî şeş bendên kontrolê yên polîsan hate kirin. Di encamê de herî kêm 20 polîs mirin.
Rayedarên herêmî ragihandin, êrîş nîvê şevê saet di 01:00 de li hemberî bendên kontrolê yên polîsan ên li bajarokê Şah Joy ê li wîlayeta Zabûlê hatine kirin. Walîtiyê jî diyar kir, van êrîşên navborî çar saetan dewam kirine.
Rêxistina Talîbanê ev êrîş li xwe girt. Hat ragihandin, di encamê de herî kêm 20 polîs mirin e, 15 jî birîndar bûne.
Li gorî medya herêmî, polîsên ku êrîş li wan hate kirin, bi fikara ku nikaribin xwe bigihînin rayedaran, di destpêkê de li medyayê geriyane û rewş ragihandine.
Polîsên Afgan, ji ber êrîşên rêxistina Talîban, gelek kuştiyan didin. Wezareta Karên Hundir ku polîs pê ve girêdayî ye, weke cihê siyasetmedarên herî ne li rê lê ne, tê dîtin.
Tevgera Talîbanê ragihand, ku wan di çarçoveya Pêngava Biharê de ev êrîş kirine. Di daxuyaniya nivîskî ya Talîbanê de hate gotin, di operasyonên biharê de ku weke 'Pêngava Mansûrî' bi nav dike, wê bi giranî êrîş li hêzên biyanî, bingeha leşkerî û îstîxbaratî û leşkerên herêmî yên bi pere şer dikin, bikin. Di dewama daxuyaniya Talîbanê de hat gotin, "Heta ku dijmin çeperên xwe yên dawî biterikîne, wê bibe hedef. Ya wê bê kuştin ya jî bê girtin."
19'ê Gulanê roja Înê, li wîlayeta Lagman a li rojhilatê welêt e, di dema derbasbûna wesayîta malbatekê de teqînekê rû da bû û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da bûn ku 5 jê zarok, 5 jî jin bûn. Li Afganîstanê hejmara sivîlên ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka sala 2017'an û vir ve 987 zarok ji ber şer jiyana xwe ji dest dane.