Li Afganîstanê bi êrîşa DYA’yê 50 endamên Talîbanê hatin kuştin

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Afganîstanê û NATO’yê John Nîcholson got di operasyonekê de ya li ser rêveberên Talîban, ji 50’î zêdetir endamên Talîban hatine kuştin.

General Nîcholson li Pentagonê bi telekonferansê daxuyanî da nûçegihanan û got piştî ku hêzên Talîban li herêma Farah şikandin, ketine pey şopa wan.

Generalê Amerîkî diyar kir Talîban vegeriyane Helmandê ya başûr, ku keleha wan e û di bin çavdêriya leşkerên Amerîkayê de ye, 24’ê Gulanê li bajarokê Mûsa Kala, li avahiyekê ku navenda fermandariya Talîban e, hatine tespîtkirin.

Nîcholson got, ‘’Komeke ji şefên leşkerî pêk dihat, ku ji bo operasyona Farahê nîqaş bikin li hev kom bûbûn’’.

Fermandarê NATO’yê got, ‘’Ji wan weye ku li Mûsa Kalayê civîneke ewle dikin, lê serwîsên me yên îstîxbaratê kom tespît kir û bi rengekî serkeftî li wan xist.’’

General îdîa kir ku ev kom bi rengekî aktîf karê hişbirî û tiryakê dikir û got, ‘’Ez nikarim bibêjim ku ev operasyon bi girîngiyeke stratejîk e, lê bi asta xwecih teqez pir girîng e.’’

Li gorî fermandariya Amerîkayê ya Afganîstanê di operasysonê de ji du zilamên girîng ên Talîban ê ku Helmandê kontrol dikin, Abdul Manan, gelek şef û rêveberên xwecih ên Kandahar, Kunduz, Herat, Farah, Uruzgan û Helmandê bi tevahî 50 endamên Talîbanê hatin kuştin.