Li Afganîstanê bi dehan leşker ji ber êrîşa Talîbanê mirin

Çekdarên Talîbanê li bakurê Afganîstanê êrîşeke berfireh birin ser cihên leşkerî. Tê gotin ku bi dehan leşker ji ber êrîşê mirine.

Talîbanê doh bi şev li navçeya Deştê Arşî ya eyaleta Kûndûzê êrîş bir ser cihên leşkerî. Beşeke mezin a navçeyê ji aliyê Talîbanê ve hatiye kontrolkirin.

Encama êrîşê hîn zelal nebûye, lê belê rayedarên leşkerî yên nexwestin navê xwe eşkere bikin gotin, nêzî 40 leşker mirine.

Wezareta Karên Hundir jî diyar kir ku 10-15 leşker mirine, gelek leşker birîndar bûne û wekî din agahî neda.

Artêşa Afganîstanê jî ji bejahî û hewayî ve dest bi operasyonê kir. Berdevkê yekîneya leşkerî ya li herêmê Mûhammed Hanîf Razaye got, çekdarên Talîbanê materyalên ku bi şevê dibînin bi kar anîne.

Li gorî Razaye, 2 qereqolên ku bûn hedefa êrîşê ketin û êrîşa li dijî baregehek leşkerî jî hate şikandin.

Artêşa Afgan meha Nîsanê li navçeya Deştê Arşî dibistaneke olî bombe kiribû. Di dema merasîma dîplomayê de bomberdûman hatibû kirin û 36 kes miribûn ku 30 jê zarok bûn. 71 kes jî birîndar bûbûn.