Li Afganîstanê êrîşa întixarî: 2 leşker mirin

Di êrîşa întixarî ya li parêzgeha Helmandê hate lidarxistin de, 2 leşker hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Afganîstanê de derketin pêş, li dijî yekîneya leşkerî ya li navçeya Nad Alî ya li parêzgeha Helmand a dikeve başûrê welat êrîşekî întixarî pêk hatiye.

Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 leşker mirine, 4 leşker jî birîndar bûne. Têkildarî bê ka êrîş ji aliyê kîjan komê ve hatiye kirin, ti agahî nehatin parvekirin.