Li Aachen û Neûwîedê protestoyên komplo û Efrînê

Li bajarên Aachen û Neûwîedê yên Elmanyayê komploya navneteweyî û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.

Li Aachenê mîtîngek hate lidarxistin û salvegera 19’an a komployê û dagirkeriya li ser Efrînê hate protestokirin.

Bi sedan kes tevlî çalakiyan bûn û komên çepgir ên Elmanyayê, malbatên Şehîdan, parlementera Dîe Lînkeyê Andrej Hûnko axivîn.

NEÛWÎED

Li bajarê Neûwîed ê Elmanyayê jî komploya navneteweyî û êrîşên dagirker ên li ser Efrînê hatin protestokirin. Bi sedan kes tevlî vê çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdogan kujerê zarokan e’, ‘Her der Efrîn e, her der Kurdistan e’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.