Li Îzlandayê volkan teqiya: Rewşa awarte hate ragihandin

Li nîvgirava Reykjanes a li Îzlandayê, ji xeteke nû ya volkanîk lav herikî. Êvara Şemiyê polîsan rewşa awarte ragihandin.

Di daxuyaniya Enstîtuya Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) de hate ragihandin ku li nîvgirava Reykjanes a li başûrrojavayê welêt li xeta navbera Stora Skogfell û Hagafellê 'teqîneke volkanîk destpê kiriye'.

IMO'yê diyar kir ku li gorî 'nirxandina destpêkê' ya li ser wêneyên hewayî, 'teqîn ji nava sê teqînên beriya niha ya herî mezin e'.

Parastina Sivîl a Îzlandayê diyar kir ku ji bo tespîtkirina cihê derizînê ya nû wê helîkopterek bê şandin.

Rayedaran diyar kirin ku polîsan ji ber teqînê rewşa awarte ragihandine.

Li gorî IMO'yê herikîna lavê li nêzî herêma teqîna beriya niha ya 8'ê Sibatê pêk hatiye.

Ji meha Kanûnê û vir ve cara çaremîn e li herêmê teqîn pêk tê.

Nêzî 4 hezar şêniyên vî bajarokê biçûk di 11'ê Mijdarê de hatibûn veguhestin û piştre di 19'ê Sibatê de destûr hatibû dayin ku li malên xwe vegerin.