Li Îtalyayê rewşa bêhûmetbûnê didome

Li Îtalyayê ji hilbijartina Adarê ve hikûmet nehatibû avakirin. Caro Cottarellî 27’ê Gulanê ji bo ku hikûmetê ava bike hatibû peywirdarkirin lê ji ber ku ji parlamantoyê wê desteka hewce nestîne nediyarî zêdetir dibe.

Piştî ku qebîneya koalîsyonê ya ku Tevgera 5 Sêrik (M5) a dijberê Ewropayê ku di hilbijartinê de bûbû partiya pêşî û partiya rastgirên tund Lîga Bakur ji hêla Serokkomar Sergîo Mattarella ve nehatibû qebûlkirin, rewşa bêhikûmetbûnê berdewam kir.

Mattarella peywir dabû Carlo Cottarellî ku hikûmeta teknîk ya ku heta 2019’an wê li ser kar bimîne, ava bike. Lê piştî hevdîtina duh a Cottarallî ya bi Serokkomar re ti lîsteya qebîneyê ava nebû. Li gorî şîroveeyên medyaya Îtalyayê, ku Cottarelî qebîneyê ava bike jî wê wê dengê pêewlebûnê nestîne. Ji ber ku M5 û Lîga Bakur li parlamentoyê xwedî kursiyên herî zêde ne.

Yek ji dezavantaja mezin a Cottarellî jî ew e ku yek ji rêveberê berê yê Fona Pereyan a Navnetewî (ÎMF) ye.

DESTWERDANA YEKÎTIYA EWROPAYÊ REWŞÊ GIRANTIR DIKE

Yek ji taybetmendiya sereka ya M5 û Lîga Bakur ew e ku berovajî polîtîkayên YE’yê bername diyar kiribûn. Van du partiyên ku bernameyeke bi bihayê 250 milyar euroyî dayî ber xwe, dihatin sûcdakirin ku Îtalyayê ku li Herêma Euro bi rengê ‘aboriya bi arîşe’ tê qebûlkirin, bikişînin nav çirava deynan.

Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext hate standin, duh jî li Îtalyayê rewşa piyaseyan ne baş bû. Rêjeya faîzê ya Îtalyayê bi 68 puanan li xwe zêde kir, Borsaya Mîlanoyê jî bi bihayê 2,65 puanan kêm bû.

Piştî hilbijartinê hin daxuyaniyên ku ji hêla YE’yê ve hatibûn dayin jî rageşî zêde kir. Komîserê ji bûdçeyê berpirs ê Komîsyona YE’yê Gunther Oettînger got, piyasetan ‘peyam da hilbijartina Îtalyayê’ û vê rê li ber helwestan vekir.

Daxuyaniya Serokê Komîsyona YE’yê Jean Claude Juncker ya li dijî Oettînger, ku gotibû, ‘’qedera Îtalyayê ne girêdayî ferzkirinên piyaseta fînansê ye’ jî têrê nekir.

Tê zanîn M5 û Lîga Bakur van daxuyaniyan wê li cem hilbijêran bi kar bînin. Her du partiyan diyar kirin ku piştî vê şemî û yekşemê wê biçin cem gel û hem wê redkirina hikûmetê ya ji hêla serokkomar ve bibêjin û hem jî zexta YE’yê.