Li Îtalyayê populîstên rastgir amade ne bi M5S re koalîsyonê bike
Piştî hilbijartina 4'ê Adarê ya Îtalyayê, dibetiya koalîsyona navbera Tevgera 5 Stêrk (M5S) û Lîga Bakur a rastgir kete rojevê.
Piştî hilbijartina 4'ê Adarê ya Îtalyayê, dibetiya koalîsyona navbera Tevgera 5 Stêrk (M5S) û Lîga Bakur a rastgir kete rojevê.
Namzetê tifaqa rastgir û lîderê partiya bi navê Lîga Bakur ku di hilbijartina giştî ya 4'ê Adarê de bi ser dest Matteo Salvini ragihand ku ew amade ne bi M5S re hevdîtinên ji bo koalîsyonê bikin. Salvini destnîşan kir ku ji bilî Partiya Demokrat a niha li desthilatdariyê de, bi hemû partiyên din re dikarin li ser koalîsyonê bifikirin.
Lîderê M5S Luigi di Maio jî îlan kir ku ji bo koalîsyonê ew amade ne bi partiyên din re hevdîtinê bike. Di Maio destnîşan kir ku ji 'hevdîtina bi kê re' wêdetir ya girîng ji bo wan 'hevdîtina li ser çi' girîng e.
Di hilbijartina giştî ya 4'ê Adarê de Partiya Demokrat a bi serokatiya Serokwezîrê berê Matteo Renzi û lîsteya çep a navendî rêjeya 22 ji sedî wergirtin û têk çûn. M5S ku bi gotinên xwe yên li dijî sîstemê bal kişand ser xwe, 32 ji sedî yê dengan stand û bi ser ketibû.
Tifaqa rastgir a ji Lîga Bakur û partiya Forza Italia ya Serokwezîrê berê Sylvio Berlusconi, 37 ji sedî yê dengan stand û bû yekemîn.
M5S li Meclîsa Nûneran a ji 630 endamî 222, Lîga Bakur 127 kursiyên xwe heye. Hejmara kursiyên her du partiyan li Senatoya ji 315'an bi giştî 170 ye.