Li Îtalyayê ji ber şertên nebaş ên hewayî 8 kes mirin

Li Îtalyayê ji Yekşemê ve ji ber şertên nebaş ên hewayê 8 kes mirin, gelek dibistan hatin girtin.

Agahiyên mirinê bêhtir ji Venedîk, Tentîno-Alto Aîge û Calabrîa hatin. Li gorî çapemeniyê û rayedarên xwecih ji ber şertên nebaş ên hewayê 8 kes mirin.

Li gorî medyaya Îtalî nêzî 170 turîst û xebatkarên otêlan li Passo dello Stelvîo asê man. Ev der jî di navbera Italya û Swîsreyê de, li cihekî 2.700 metro bilind e. Hate gotin ji ber sedema berfê, ku 1.5 metro rabûye, turîst û xebatkarên otêlê asê mane.

Elektrîka bi deh hezaran malî qut bû, tîmên agirkuj li tevahiya welêt 7 hezar carî mudahele kirin.

Li hin herêman bayê xurt heye ku leza wê di saetekê de dibe 180 kîlometre û ev rê li ber çûnûhatinê jî digire. Balafirgeha Cenova û dibistanên li Romahayê hatin girtin.