Li Îtalyayê ji ber koronavîrusê 130 nexweş, 3 mirî

Li Îtalyayê ji ber koronavîrusê 130 nexweş hatin tespîtkirin û 3 kes mirin. 10 bajar hatin îzolekirin.

Li bakurê  Îtalyayê li 10 bajaran heta du hefteyan tecrîd hate îlankirin. Ji ber fikara wê vîrus belav bibe, rayedaran karnavala Venedîkê betal kirin.

Serokwezîr Gîûseppe Conte diyar kir ku ketin û derketine hin qadan wê ji xeynî destûrên taybet ne pêkan be. Tê diyarkirin ku li van qadan 50 hezar kes hene.

Serokwezîr biryar da ku bila saziyên şîrket û perwerdehiyê werin girtin. Karnaval û musabaka jî hatine sekinandin.

Şefê Parastina Sivîlan Angelo Borrelî diyar kir ku li Îtalyayê wan 132 nexweş tespît kirine û bi giştî 3 kes ji ber vîrusê mirine.

Ev vîrus li Çînê hatibû tespîtkirin û heta niha 2 hezar û 400 kes ji ber vîrusê mirine.