Li Îsraîlê rojane destûr ji 1.700 mirovî re tê dayin ku rahêjin çekê

Li gorî rojnameya Haaretzê, ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve 18 hezar sivîlên Îsraîlî çek kirîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, Wezareta Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve rojane ji 1.700 Îsraîliyan re destûr tê dayin ku rahêjin çekê û ev yek li gorî salên beriya niha rêjeyeke gelekî zêde ye.

Wezaretê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve 236 hezar serlêdan li wezaretê hatiye kirin ji bo rahiştina çekê û ragihand ku hejmara serlêdanên di nava mehekê de hate kirin bi qasî serlêdana bîst salên dawî ye.

Ji destpêka şer û vir ve 18 hezar sivîlên Îsraîlî prosedur qedandin û çek kirîn.

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben-Gvîr bang li Îsraîliyan kir ku pêvajoya serlêdanê temam bikin, yên destpê nekirine jî 'îro temam bikin'.

Li gorî Al Jazeera ya li Qatarê weşanê dike, ji 7'ê Cotmehê û vir ve 31 hezar destûrnameya hilanîna çekan ji Îsraîliyan re hatiye dayin.